Xelîl Xemgîn - Di Ser Çavên Me Re Hatî
wêneyê hunermendî:ê 455 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Di Ser Çavên Me Re Hatî

Tu hatî navşêrîn a min
Evîn û xemrevîna min
Were xweşke birîna min

Bi xemla xwe tu wek Zîn î
Şepal û şeng û şêrîn î
Ji dozê ra tu durbîn î

Bi dildara xwe pir rind î
Bi rûheyv û şekerxendî
Di vê rê da hunermend î

Ji min can û ceger kuştin
Dil û mêlak hemî mijtin
Tijî tîr û ber û xiştin
Bese ev jîna berbatî

Bese ey dilber û gawir
Nebarîne li min awir
Te can û dil kirin agir

Xerab hatin vê meyxanê
Me mey da Ehmedê Xanê
Cizirê te kirî fincanê

Hezar û sed evîndar in
Di vê rê da birîndar in
Bi qêrîn û bi hawar in

Cegerxwîn bes bike forta
Te dil da ber şûv û rota
Tu pîr î lê wekî xorta
Bi xwe kohê Ereratê

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?