Xelîl Xemgîn - Ey Însan
wêneyê hunermendî:ê 886 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Ey Însan

Ez ne xerîbê vê axê me
Biratî ji hevparên axê dest pê dike
Ku hûn min nas nekin wê kes we nas neke

Ho mevano ji ku ve tê
Berê te li ku de ye
Tu koçer î yan rewî yi
Xerîbê vê derê ye

Ho birano ez bargiran im, dengbêj û tembûrvan im
Mala min ser milan, rojê li gundekî mevan im
Aşiqê azadiyê me, aşiqê bêhna gula
Aşiqê roj û avê me, ar û ax, dest û zozan

Helbesta min nemir e însan, gul edî meçilmise
Bûk û zava bihevşa bin, zarok ji şevan netirse
Jiyan mafe mirovan e, hesabê wê nepirse
Fireh e dinya ya mezin, jîn çi hûr û çi girs e

Dinya namîne bi rengekî, roj û şev demsal e
Bayê li payiza rabe, ji bo daran ne heval e
Yê ku konê zulmê vegirt, evinê nake mal e
Ey Însan tu hê şiyar be,ku zor hat xwe vemale

Ho mevano ji ku ve tê
Berê te li ku de ye
Tu koçer î yan rewî yi
Xerîbê vê derê ye
Aşiqê azadiyê me, aşiqê bêhna gula
Aşiqê roj û avê me, ar û ax, dest û zozan

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î