Xelîl Xemgîn - Ey Şehîd
wêneyê hunermendî:ê 1494 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Ey Şehîd

Ey Şehîd şehîd jîna bêmirin
Mêrxas û egîd rûmeta mezin
Ey şehîd şehîd ey şehîd şehîd

Ji bo Kurdistan û rûmetên wê
Ji bo niştiman jiyan û axa wê
Te zincîr qetand jîna xwe da wê

Nepejirand te jîna bindestî
Ne dîlî û jarî û gerdenmestî
Ye kefen çirand jînek nû xwestî

Dengê dilê te bû hêrsa mezin
Tev lat û zinar pê dilerizin
Gel rakir piyan bû tirsa mezin

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?