Xelîl Xemgîn - Hemze
wêneyê hunermendî:ê 535 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Hemze

Lo îro warê meda şînek bûye
Ev heft ro, heft şevine jana li me pêl nade
Serê vê sibê dinya bi mij e lo bi dûman e
Daholek lê dikevê, dengê wê pir giran e
Lo pir giran e

Keçên me tev xemilîne, her du çavê xwe kil dane
Dîsa çi bûye hogirno çi bûye peşmergên me li hev civîyane?
- Xeber anîn şehîd bûye qehremanek, Hemzeyê Şêr.
Lo pehlevan e pehlevan e.
Ne haware: Kela dilê lawo hêrsa mine...

Erê hogirno,
Erê hevalno!
Serê xwe rakin, Hemze li ser milê xwe kin.
Lawo bi milyonan me hildaye.
Îro ew mêvanê weye, mêvanekî can ciwane,
Lo ew şehîdê doze, dilsozê pakrewane.

Erê çavbelekê dîyan,
Erê bazên serê zinaran!
Şûrê cengê giran, Hemzeyên me gelekin!
Lo sond û peyman! Di rêya wede!
Vaye dişopînin tol a mezin.
Lo em hildînin em hildînin!
Vaye em dimeşin:
Serxwebûn nizing bûye!
Jiyan buye serhildane!

Ne haware: Kela dilê lawo hêrsa mine...

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?