Xelîl Xemgîn - Hey Lê Dayê
wêneyê hunermendî:ê 1364 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Hey Lê Dayê

Hey lê dayê, hey lê dayê...
Tu destê xwarzî bigire
Lê lê dayikê tu zû bilezîne
Yadîgara bavê min
Çeka wî di binê axê de
Lê lê dayikê tu ji min ra bîne
Bi reft û fîşekan min biximilîne
Hogirên min çûne dîlanê
De lê lê dayikê
De heylê dayê
Min dereng nehêlîne

Here lawê here lawo
Dilê min ji we ra bi evîn e
Lo lo lawo min hûn xwedî kirin
Bi êş û nalînê, bi hustê xwarî
Lo lo bi kul û birînê
Jo boy vê roja şadî
De here lawo, de here lawo
Tu li paş nemînî

Hey lê dayê, hey lê dayê...
Tu bi serê delalê xwe kî
Lê lê dayîkê tu menalîne
Hatin refê ARGKê
Refên pêşmergê me li hev civîne
Girtin çiya û zozan
Lê lê dayikê serê çiya xemilîne
Li bajar û gundan
Lê lê dayikê bûye xweş mizgîn e
De hey lê dayê
De haydê dayê
Tu wê çekê ji min ra bîne

Here lawê here lawo
Ez jî ji wê bi hêvî me
Bi sebrî û aram im
Lo lo lawo bi wê bawerî me
Ev doza bi şan û şeref
Lo lo ji wê ra bi rêwî me
Ax de here lawo
Tu li paş nemînî

Gotin: Hamît Avcî û Xelîl Xemgîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn

(Nîşe: Xelîl Xemgîn bi Zozanê re distrê)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?