Xelîl Xemgîn - Leylê Leylanê
wêneyê hunermendî:ê 1672 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Leylê Leylanê

Heger ez koçerek bama, gotibanat min, pezê xwe bibe bihuştê biçêrîne, bihuşt cihê giyayê şîne...

Da bêjim na! Berê pezî bidim zozan û keriya, warê nefel û tevriya.
Bo nav govend û şengebiya te welatî.
Da nebêjin, çi warekî bêxodane, xodanê xwe ji xwe nagirî, bi xwe dikene!
Hevçî û kîz û çernewa te welatî...

Stuna konê min koçerî, leylê.... leylanê
Çira minî venamirî....
Ewê xemlê li wê kemberê...
Rewşa xwe da ye herderê

Stuna konam gazina meke
Jana dilê min û te yeke
Kaniya derdê min derneke
Birîna canê min dermanke

Stuna konêm bêrîvane
Bermalîka partîzane
Sorgula bax û bostane
Navê şêrîn kurdistane.

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?