Xelîl Xemgîn - Partîzan
wêneyê hunermendî:ê 1375 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Partîzan

Newal û çem diçim, diçim çiyan de
Çiya û çiya diçim nav ewran de
Ez ne teyrim ne teyarim...
Birano partîzanim, digerim her deran de.

Di deştan dar û ber, avan de
Hêlînam di dilê gelan de
Can û dil min da ye di vê rê de.
Ez ne teyrim ne teyarim...
Birano partîzanim, digerim her deran de

Malam kevir û zinarê çiyan
Xaniyêm berf û baran, mij û doman
Ava dikim Jînek nuh li kurdistan.
Ez ne teyrim ne teyarim...
Birano partîzanim, digerim her deran de

Gotin: Ş. Hamît Avcî û Xelîl Xemgîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?