Xelîl Xemgîn - Rojên Berê
wêneyê hunermendî:ê 165 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Rojên Berê

Kanîn ew dilên fereh û bitîn
Weke rojê germ, bi xeml û evîn

Kanîn ew rojên, em hemû yekbûn
Av û nan û êş, dermanê hevbûn
Ji dozê pê ve, derdê me nebûn
Kurd û Kurdistan, ew tenê hebûn

Derdê nezana, ez jî dixwînim
Li her civatê, ez wan dibînim
Wan rojên berê, ez bi bîrtînim
Rojê sed carî ahan dikşînim

Rengê me rabû, em bûn wekî din
Strana me çû, bûye yeke din
Dost xeyîdine, çûn aliyek din
Siwarê hespan bûne hinek din

Werin em herin rewafa rojê
Em wê ramûsin bi dinê sozê
Emê xwe bişon, ji qehr û tozê
Wek rojên berê xwe bidin dozê.

Ku ne azad bin, jiyan erzan e.
Azadiya war ya me hemyan e.
Hesreta me û erd û ezman e.
Hêviya çiya, derdê dilane.

Bi giyanê têr, ji evîna zor
Bi vîna bilind herdemê li jor
Bihûninrengên kesk û zer û sor
Ramûsin axê, bigrin hawîr dor.

Gotin: Hekîm Sefkan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?