Xelîl Xemgîn - Sason
wêneyê hunermendî:ê 3844 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Sason

Xeberek hatî ji diyarê sason
Dîsa birînên Kevin li cerg û dilan vebûn
Agir beda ye hinav û dilane
Mîna pêt agirê bi domane.
Çiyayê sasonê digirt e berf û doman
Qehremanên kurdan hêlîn tê de kolan
Di şevika reş û tarî, çemberên kedxweran li dorê
gerî
Serî li hember neyar rakirin
Çiyayê sasonê bi xwînê sor kirin...
Dema leşkerên dewletê, haware dihatin bi
hezara...
Cahîd gazî dikir li heft hogir û hevala
Çeka xwe li hember neyar kişandin,
Bi hêrs û nifrîna xwe dijmin tirsandin
Heşt hevala canê xwe dan, sason kirin keleha
berxwedan.

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove
logo
Mir serhed 14-07-2024 10:50:43
Ez kurbana dılete hozane mezin XELİL XEMGİN ✌🏻✌🏻✌🏻

logo
Mir serhed 14-07-2024 10:50:47
Ez kurbana dılete hozane mezin XELİL XEMGİN ✌🏻✌🏻✌🏻

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?