Xelîl Xemgîn - Şeva Hîcran
wêneyê hunermendî:ê 3610 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Şeva Hîcran

Di tarîka şeva hicran,
Çirayek sohet im hey lê
Ji ser hala piyan ar e,
Bi carek vêketim hey lê

Nema min sebr û aramek,
Ji ber jana evîna dil
Evîn behr e lewra tenha,
Bi ber pêlan ketim hey lê

Ji dilber dûr ketim lewra,
Bela ser daye can û dil
Meger pirsê li min nakî,
Belê tim tu xiyala min

Şev û rojê bi nalîn im,
Bi ax û hesret im hey lê
Şev û rojan bi kovan im,
Bi bilbil ra bifîvan im

Di kûra ‘eşqê borî me,
Yeqîn ez pîrê torî me
Weke Elî Herîrî me,
Di qeyda hicret im hey lê

Meger ez Rustemê kurd im,
Firaqê w'ez nexweş kirim
Cegerxwîn im siyahçerd im ,
Di qeyda xelwet im hey lê
Di xurca xelwet im hey lê

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?