Xelîl Xemgîn - Silava
wêneyê hunermendî:ê 129 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Silava

Bûka çiya xemla xwe da ber ava, silava silav
Li berbangê şebnem çip çipe xunava, silava, silava
Rext girêdan, kember berda ser nava.....
Berbuk hatin ji her aliyên Rojava ...
Efrîna min çiya di ser çiya re pêl pêlin, silava silav
Çem û kanî, deşt û newal di hembêzin.....
Xort û mêrên xwe Egîdin, Jin şêr in. .....
Çavê bazin, dilpola, xakparêzin...
Ji warê şêran gur û rovî ditirsin....
Silava û Bêrîvanê xwe karkirin.....
Xêliya azadiyê pîroze li xwe kirin...
Axa şêrewa bi xwîna xwe sor kirin...
Berxwedana Efrîna min geşkirin...
Li kobanî û Qamişloka evînê....
Li serêkaniyê Amudê raperîne....
Dêrîka Şehîda li pişte, bi xwînê...
Amed, Hewlêr û Muhabad dibîne...
Silava, silava, silava
Silava, silava, silav bûka rojava.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?