Xelîl Xemgîn - Siwaro
wêneyê hunermendî:ê 2841 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Siwaro

Siwaro, siwaro hêy...

Siwaro min got îro bi mije,
Banê kehlê, jê re dibêjine bi mije
gebarê, botanê jê re dibêjine bi mij e
de bejna bavê nadirê
siwarê min hibê dilê min rebena xwedê
vê sibê li serê çiyayê kurd û kurdistanê kij e kij e ay ax
siwaro êy
hawar e ji te re nemînim lo lo ax
siwaro tu siwarê rojhilatê siwarê şerqê
şirnexê dirana heya amedê
ji serê rêyano derdora
li berê berbanga şefeqa sibê way
de mîna hêlkana firqeta bayê serê sibê
li cizîra botan hênîk hênik diherike te û tê
de bila bigihê li bakur û li başur
mizgîn dîkê mizgîna biharê felatê ay ax
siwar êy
dilê min bi te re nemînim lo lo

siwaro rabe sibe ye sibe dereng e êy
tîrêjên rojê şewqa xwe daye birca, baniya
tev bajar û gundan dixwemlîne ay ax
qebiqeba kewa gozel vê sibê dixwînê li ser hêlînê
fîgana çikeçike dengê bilbil û şalûran awaz e
xweş deng e ay ay
de rabe xwe bi çekan rext û rim û mizdanê xwe girêde
bes e ji vê xewa bidîlî û bêdeng e siwaro
ev roja tolhildan û yekheva mezin e
ev roja serhildan û ceng e ay siwaro lo ax
siwaro êy
de rabe siwarê min hibê dilê min
rebena xwêdê lo lo
ax lawo

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
Çavkanî: Hesen Cizîrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?