Xelîl Xemgîn - Xemilî Zozan
wêneyê hunermendî:ê 275 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Xemilî Zozan

Xemilî zozan û min re keniyan
Tavê ezmanan, şewqa xwe dayê

Gulê gazîkir, min hate manya
Ez dikim herim yar bi min re nayê

Kanî xulxulîn, orta çiyan de
Dunya bû zaynet û textê şahiyê

Dikim ku herim tebyeta seyra
Ez dikim herim yar bi min re nayê

Yara min bedew, nola van gulan
Kîjan rewş daye, emrê dunyayê

Gul gelek hene, çav reşa dila
Ez dikim herim yar bi min re nayê

Gotin: Kurdekî Ermenistanê
Meqam: Aramê Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?