Xelîl Xemgîn - Xerîbî
wêneyê hunermendî:ê 902 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Xerîbî

Dûrî te me çi bikim, rebenam dayê
Xerîbî gelek zor e, li serî bela ye
Bi mij û boran e, sebra min lê nayê
Bextê reş, dikim nakim naye rayê

Xerîbî xav e dayê, ne germ ne sar e
Mirov tê da bêrûmet, her dem bêçar e
Çavên xwe min vekirin, ne îş ne kar e
Feleka bêbext her dem bi me re neyar e

Pêsîra min girt çi bikim û êdî berneda
Buhara min dijwar e û havînan neda
Dil û hinav sotandin, cegeram bada
Bêbextiya dinyayê hat da bi ser da

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?