Xelîl Xemgîn - Xwezî
wêneyê hunermendî:ê 273 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Xwezî

Xwezî dinya tim dinya ba
Ji bin axê rastî ra ba,
Ji nuh, dîsa wekî berê
Şahî li dil wê peyda ba!

Xwezî dinya bê dawî ba
Evîn tê de, ne sêwî ba
Bila her dil pêrîşan ba
Di xewnê de, tim rêwî ba

Ev dinya xweş me wêran kir
Me li hevdu rût û sar kir
Bi lêdanê, bi talanê
Ken reviya, şahiyê barkir

Xwezî dinya bê sînor ba
Bê alî û jêr û jor ba
Bila ev dil ji hêviyan re
Gulîstana gulên sohr ba.

Heya xweş min dinya naskir
Bihara geş min derbaz kir
Min ji tûrikê xortaniyê
Xewnek xemgîniyê, ji xwe re parskir!

Helbest: Ferhadê Îçmo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?