Xelîl Xemgîn - Zeyneba Ûsê
wêneyê hunermendî:ê 359 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Zeyneba Ûsê

Lê lê, Lê lê lê
Lê lê lê, Zeyno Zeynebê

Pal gewrê, lê ecemê, dewran giranê
Mal mezinê, bê esilê bê nesibê ay ay ay

Bejin bilindê, nav ziravê, çav bi kilê
Aynik bi zêrê, bisk bi têlê, sînîk sedefê, memik şêvê
Tu were li min û vê kulê, li vê mereqê, li vê kederê
Işqa dila, zeynebê derdê ku em ketinê, ay ay ay ay ay
Lê lê, Lê lê lê, Lê lê lê Narînê wusa nabê

Gelê gundî û cîrana di bextê we da mi
Loma ji dilê rezîl nekên oy oy oy, oy oy

Kul û mereqa Zeyneba ûsê, kab û kulîye min şikandin
Hestîye canê min hilandin, wey cefayê vê canê xwe berda nîvê kezebê

Zeynebê bila webê, Narînê bela webê, kubara minê
Bi ya min nebu, Zeyneba ûsê, dîsa bela bi ya te bê ay ay ay ay

Îro li min sorgunî welata, mehkûme dewleta, li diyarî xerîb û xurbetê har û dîn kirin, bê cî û war kirin
Lê çi bi serê min hatî Zeynebê ûsê tu sebebê

Werî yar, yar yar yar, yar yar yar, yar yar yar Zeynebe tu sebebê

Werî lê yarê, Zeynebê lê yarê, Kubarê lê yarê,
Sebeba serê minê, ne carekê wey sed carê
Bi gerdenê şikestî, li bakirina gulyên sor
Bejna bilind, Zeyneba ûsê te li wê diyarê

Li kul û mereqê giran, barê xeman, kubarê te piştamin da ber vê dîwarê
Bi awirên çavan, gufiştina diranan, gizkirina lêvan,
Zeyneba Ûsê, bi xwedê te emrê mi xwarê

Bi hev carekî ser dînî, çût tengayî bi zîlê
Daketin kûranî deşte hemqê ji aşiq û mereqa
Zeyneba Ûsê ra wey malîno, ez bûm cûtarê

Salika wek sala îsal bu, çelê zivistanê heyanî sê mehê buharê çibkim baran ne barê

Erê kubarê, min nizanî feleka mala xayin şewitî bi min û Zeyneba Ûsê re neyarê

Hat lefê qijik û çûçikan, lê Zeyneba Ûsê Zeviya min tev de xwarê

Min digo wezê dakevim bajarê quncê Heleba mîran
Sala îsal ji Zeyneba xwe re bînim diyarîkê
Desmalek herîrî, cutek guharê zêrîn

De bela agir pê kevê mala bavê Zeyneba Ûsê oy oy
Bela bişeweti mala bavê Zeyneba Ûsê
Qelenê Zeyneba Ûsê di sirê mi re kirin
Wey birano sed hezarê

Erê Zeyno Zeyneba Ûsê, mal cîrane, mal digunde
Li şane şînê, li derî yê eywanê, li devê tax û penceran de
Tu ji min re bu ye mîna şitleke rîhanê av di bin de

Erê kubarê tu were li halê min lawikê xelkê, evdalê xwedê bibîne
Di çelê û havînê de, li şerîtê kevnê udasê di dema palê de

Mîna berûşe kal li ser sêkûça av di bin de nema ye Dibê ne dagir de

Wey xelkîno wey malîno, loma ji dilê rezîl nekên, go kî boye sebeba serê min û Zeyneba Ûsê oy oy

Heger ku jine, heger ku mêrê
Xêr û xweşî yê ji xwer nebînê

Heger ku xorte, heger ku keçe
Bi ciwanîke xwe şa nebê
Wey ya rebî ti bext û mirazê vê nebê

Heger ku bûke, wey ya rebî li ber darê ti dergûşa runenê
Zeynebê, ti lorîka, lorî nekê ay ay ay ax

Werî yar, yar yar yar, yar yar yar, yar yar yar
Li halê min û Zeyneba Ûsê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?