Xemoyê Hamid - Emîne
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xemoyê Hamid - Emîne

Wey wey Emîne weza gorbenî,
Wey torinê, weza gorbenî,
Qîz û bûkê vê Westanê ser me ra sekinîne,
Timî timî mi evdalê Xwedê lê wê dikenî.
De qîz û bûkê vê Westanê sekinîne,
Timî timî mi evdalê Xwedê wê dikenî,
Bira bavê di xirab xêrê wayê qe nebînin,
De kavilê gunda da destê min negirtin nedane Feqî,
Nadirê çardesalî, çaxê mi ra,
Destê min girtine dane kurê Xelîfê Bexdayê,
Malpir e yeman, gundîno lo papaxgenî,
De wele nayê bîle nayê, wele nayê bîle nayê,
Wey Emîna min xeyîdiye mal dernayê,
Malîno, gundîno wez ê Emînê birevînim,
Derxim bera şehrê vê Bexdayê.
Emînê dikire gazî digo Feqî Nadiro mi çi gotiye tu xeyîdiyî mi ra xebernadî,
Wey delalo mi çi gotiye tu xeyîdiyî mi ra xebernadî,
Here şerê bîne wezê rûnêm hêdî hêdî te ra de rîşa badim,
Wezê rûnêm te ra hêdî hêdî rîşa badim,
Wezê pêş xelqê va bêjim Feqî Nadiro delalê dilê mi dûrî mi here,
Wez te dizî va ba dilê xwa torina mala lo Şêro nadim.
Feqî Nadir dikire gazî digo lê Emînê, bejna te dilê mi ra wê minare,
Wey torinê bejna te dilê mi ra wê minare,
Wey malîno gundîno, wez ê dua diroza çûme serî selewat e, serî jor da hatim xwar e,
Wezê dua diroza çûme serî selewat e, serî jor da hatim xwar e,
Minê digo Emînê were ramûsanekê bide xal û xetê gerdena xwe mi kerem ke,
Digo Feqî Nadira, delalê dilê min dûrî mi here,
Kurê xelîfê Bexdayê mal da rûniştiye lo guhdar e,
De wele nayê bîle nayê, wele nayê bîle nayê,
Wey Emîna min xeyîdiye mal dernayê,
Malîno, gundîno wez ê Emînê birevînim,
Derxim bera şehrê vê Bexdayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î