Xemoyê Hesen - Delalê
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xemoyê Hesen - Delalê

Hay de lê de lê lê, de lê lê, de lê lê de lê, de lê lê de lê,
Ay delêl, gidîno delêlê dilê min mal siyar bû şerma xelqê têlî delal îzna xwe
mi dixwest bi tiliya ye,
Ay gundîno, malîno, cînarno, hespê delêlê dilê min dikuliya,
De lê lê lê lê, de lê lê lê.
Way de lê lê lê lê delêl,
Wezê nizanim ji nêl bû,
Ezê nizanim ji bizmêr bû,
Wezê bînim bazinê destê xwe bişkênim,
Hespê delêlê dilê xwe ra têxime nêl e,
Wez ê bînim guharê guhê xwe bişkênim,
Hespê delêlê dilê xwe ra têxime hûrbizmêr e,
De lê lê lê lê û ay de lê lê, lê lê de lê lê.
Wey de lê lê, de lê, lê de lê, lê delêl,
Gundîno xwezila xerîbê heftê û du miletî xwedana bata der da,
Delêlê dilê mi bihata der da,
Wezê hûrik hûrik rabûma ber da,
Ax min û delalê dilê xwe me yê xwe ra têr xeberda, de lê lê, de lê lê.
Wey de lê lê lê lê de lê lê lê de lê lê,
Wezê kêleka delêlê dilê xwe rabûma,
Qesta bira qidûmê çokê min bişkesta,
Gundîno, malîno,
Cînarno, bira delêlê dilê min tasek ava kaniya sor a tevizî mi bixwesta,
Ax minê bazda serê kaniyê, baniya bida desta,
Herkê minê koma xwey xwedana şerm nekira,
Minê serê lêva xwe bigesta, de lê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?