Xemoyê Hesen - Dewranê
wêneyê hunermendî:ê 28 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xemoyê Hesen - Dewranê

Dewranê, dewranê, dewranê, dewranê, dewranê, zemano loooo,
Wî dewran e, Heyder xopanî şewitî berî bayê,
Zemano, Heyder xopanî kavil berî bayê,
Xwedê bavê mi ra qebûl neke ezê dame ecemekî Golesorê bîna mi paşilê da dernayê,
Zemano lo zemano, zemano, zemano, zemano,
Dewranê serê wê da xera bî, mirazê bê dil çiqa zor e, pir çetîn e.
De mi go bîna min paşila wî da dernayê, paşila wî da dernayê,
Wey la mi korê, minê nemayê, mi go hetanî kurekê pêşiya mi negire mi ra
nevê dayê,
Bîst û çar kurê vî malxirabî hebin, nolanî bîst û çar mertelîkê roman li ber
çevê mi nayê,
Zemano lo zemano, zemano, zemano,
Dewranê xirab î mirazê bê dil çiqa zor e pir çetîn e.
Dewranê, dewranê, dewranê, dewranê, zemano lo lo,
Wî zemano Heyder xopanî şewitî ha bi yan e,
Dewrano, Heyder xopanî şewitî ha bi yan e,
Xwedê bavê mi ra qebûl neke, ezê dame ecemekî Golesorê,
De mi ra divê nizanim tu erdê xwe yî ya biyan e, zemano lo,
De wezê nizanim ser erdê xwe ye ya biyan e,
De bîna xwe bidê lingê yê sa ne, pirsa kuro me serê malxirabê nola serê cone-
ga ne zemano lo,
De serê wî mînanî serê conega ne,
Sibê heta êvarê ew mal dernayê mal da ne,
Êvar dadikeve nava cil û nivînê min mehrûma Xwedê,
Ew mehrûm divê heta sibê nolanî birangê min e,
Zemano lo zemano, zemano, zemano, zemano,
Dewranê xirabî mirazê bê dil çiqa zor e pir çetîn e.
Çûme Bexdayê dikan e, lêy lê lê lê, hey lê lê, hey lê lê, hey lê lê,
Çûme Bexdayê dikan e,
Textik tê da didane,
Nola textê kurdan e,
Eşqa jina dilyan e,
Dosta Sihîd ber da ne, lê lê lê û lê lê lê û lê lê lê û lê lê lê û hey lê lê lê,
Dosta Sihîd ber da ne, lê lê lê lê lê.
Çûm Bexdayêdikane, lê hey lê lê û lê hey lê lê û lê hey lêlê,
Çûm Bexdayê dikan e,
Textik tê da didane,
Dilê minî reben bû,
Dilketiye Almasxan e, lê hey lê lê û lê hey lê lê û lê hey lê lê,
Dilketîyê Almasxan e, lê hey lê lê u lê hey lê lê.
Nav şêrîn Bedîlayê, lê hey lê lê û lê hey lê lê û lê hey lê lê,
Nav şêrîn Bedîlayê,
Bûy te ketime belayê,
Bê te xewka min nayê, lê hey lê lê û lê hey lê lê û lê hey lê lê,
Bê te xewka min nayê,
Berxê û sebra min î.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?