Xemoyê Hesen - Edulê
wêneyê hunermendî:ê 26 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xemoyê Hesen - Edulê

De lê lê lê lê lê lê lê lê Edûlayê rebenê,
Dilê min hêlûnek, hêlûna teyran û tuya,
Wezê çûme Bulanixê nava çîlan û bedewa van cindiya,
De bira Xwedê xira bike sal û zemanê wez û Edûla xwe tev ketinê,
De mi go sal û zemanê qûrû bêbextiya.
De lê lê de lê lê lê lê lê, Edûlayê rebenê, yan e mi ra yan e,
De mi go wez û tu nifira li te nakim, tu cahil î bermiraz î,
De bira salê carek mala bavê te koç û bar bin,
Tê jî heft sala malî mêra bigerî,
Salika heşta sikûra te aliyê mi da xwar be lo lo.
De lo lo lo lo lo lo lo lo lo Edûlayê rebenê,
Wezê xezal im, xezala çiyangê di vê Eleganê,
De devê mi bi çêre, guhê mi guhdar e,
Lingê mi mehrûma Xwedê, wa bazdar e,
De sing û berê mi mehrûma Xwedê wisan e,
Nolanî, rûn û dimsê tevhelandî,
De mi go nolanî dimsê vê Şêrwanê,
Nolanî kişmîşê vê Şalûrê,
Nolanî birinc e, birincê Welexanê,
Nolanî rûnê vê Rewanê, meriv bixwara,
Tevlihev ke dayne zimbêrek, zimbêrê zivistanê.
De lê lê lê lê lê lê lê lê Edûlayê rebenê,
De mi go yar be mi ra, yar be,
Wezê tu nifira li te nakim, tê cahil î bermiraz î,
De bira salê carek mala bavê te koç û bar bin,
Tê jî heft sala malî mêra bigerî,
Salika heşta sikûra te aliyê mi da xwar be lo lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?