Xemoyê Hesen - Lê Lê Li Min
wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xemoyê Hesen - Lê Lê Li Min

Ay de lê lê li min, li min, li min, li minê, li min emrê,
Wî kurmalê ezê dimrim bira temînga min li te be,
Wî kurmalê ezê dimrim bira temînga min li te be,
Sing û berê xwe kurê xelqê ra nîşan nedê,
Sing û berê xwe kurê xelqê ra nîşan nedê,
Nava sing û berê te da afirê hespê erebî ye,
Kotî şindokî dewarî mêra bergîr e ser girênede,
Li min, li min, li min, li min emrê oy oy oy.
Ay de lê lê lê li min,
Wî kurmalê, mi go xenuzmêda kanîsark e,
Wî teresê, mi go xenuzmêda kanîsark e,
De tu rabe ser û çava bişo, bisk û temorîka şe ke,
Sî û sê guliya nava mila da ha bi wer ke,
De birînê xelqê şûran û qeman e,
Birîna min evdalê Xwedê, birîna dil e,
Were kêleka min rûnê pê birîn e,
Hêsirê çevê xwe birînê mi derman ke,
Li min, li min, li min, li min, li min emrê oy oy oy.
Ay de lê lê lê li min,
Wî kurmalê, mi go halê dilê mi ra arincî sor e, nagire ber e,
Wî teresê, mi go arincî sor e, negire ber e,
Bejn û bala vê teresê ser da pê ra temam şer e,
Ser da pê ra temamî şer e,
Dev û diran, qirik û boxazê, tilî pêçiya zêr e zor zever e,
Sing û berê vê teresê sale hesabê,
Zozanê serê çiyangê Elegezê avê kanîkan kanîsarka,
Sibê heta êvarê av li ser e,
Li min, li min, li min, li min, li min emrê oy oy oy.
Ay de lê lê lê li min,
Wî kurmalê, mi go felek e xweş felek e,
Wî teresê, mi go felek e xweş felek e,
Wey kurmalê de tu were şerê bide ber belekê,
De bira Xwedê mirazê mirazxwaza bikira,
Mirazê min û kawa kubar bira bata ser singê min rûnişta,
Cotê feqazilê mêr lê lê felekê,
Li min, li min, li min, li min emrê oy oy oy.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?