Xemoyê Hesen - Têlî
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xemoyê Hesen - Têlî

Were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî,
Biçûkê rû bi xêlî, tu çiqa sefele, çiqa sêfîl î,
Şevê payîza ne dirêj in, xewa me tê tu nahêlî,
Were Têlî, Têlî kurmalê, divê hîva me derketiye ji gaxulê,
Têlî malşewitiyê, hîva me derketiye gaxulê,
Şewqê daye dora divê mezelê Şêx Resûl e,
De şewqê daye dora divê mezelê Şêx Resûl e,
Lê lê gidiyê konê mala bavê min ser mala bavê te bûn,
Were ramûsanekê mi kerem ke dewsa xwîna mi qebûl e,
Hilde were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî,
Têlî kurmalê, hîva me derketiye di esmana,
Têlî kurmalê, hîva me derketiye di esmana,
Şewqê daye birca belek xanemala,
De şewqê daye birca belek xanemala,
Gelo kê dewr û zemana diye merivê hevdu xenav dide ramûsanê,
De were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî.
Têlî kurmalê, çemê Arpeçayê tê lemelem e,
Têlî kurmalê, çemê Arnpeçayê tê lemelem e,
De mi go singê Têliya mi defter e, zimanê Têliya mi qelem e,
Zimanê Têliya mi qelem e,
Tilî pêçiyê Têliya mi divê melhem e,
Hey lê kurmalê were destê xwe bide ser devê birîna mi, bira birîna mi bikele,
De birînê xelqê birînê şûran e,
Birîna mi evdalê Xwedê birîna dil e,
Destê xwe bide ser devê birîna mi, bira birîna mi bikele,
Were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî,
Biçûkê, rû bi xêlî, tu çiqa sefele, çiqa sîfêlê,
Şevê payîza ne dirêj in, xewa me tê tu nahêlî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?