Xemoyê Hesen - Wey Lê Lê
wêneyê hunermendî:ê 25 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xemoyê Hesen - Wey Lê Lê

Hey lê lê, hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê,
De divê Zeynebê digo Hemê bira bêyo ha bi bêyo,
Sibê derketiye derê di malêyo yo,
Divê dua dike di Xwedêyo,
Divê kengê heft birangê mi mehrûma Xwedê bêyo,
Hey lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo.
Ê hey lê lê hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê,
Hemê digo Zeynebê xwişkê,
Divê tu here tewlexanê, hespê bikşîne hê lo,
Hespa bikşîne bide ser piştê zînê di romê ye,
Zebû kutane di zengê ye, rikêf kutane di erdê ye,
Toz û xumanî xwe daye kambaxa çiyê ye,
Şikênandine rikêfê di erdê ye,
Hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê.
Ê hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê,
De divê her heft bira çûne qonaxdariyê,
Divê şeş bira birine di malê ye,
Hemê birine aliyê dîwanê ye,
Weyla mi korê mi nemayê, divê celadê ser celada diçe têye,
Bûye qîrîna di zirnê ye,
Bûye girmîna di defê ye,
Destê Hemê avêtine lelê ye,
Dest û lingê wî kelemçê ye,
Zimanê wî qeydê ye,
Weyla korê nemayê li minê lê lê lê lê lê lê.
Zeynebê digo Hemê bînî di hezarî, digo Ûsoy minî di çil salî, digo tu dozde salî,
Hefsêkê dinê xema dilê mi ra delalî,
Kevir û kuçikê Çobeniya nema, ser dilê mi merhûma Xwedê da barî,
Hey lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo.
Î de hey lê lê, hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê,
Reşît Paşa divê gazî Ûsoy bira dike tîne aliyê dîwanê ye,
Hey divê Ûsoy bira tîne aliyê dîwanê ye,
Destê Ûso avêtine di lelê ye,
Lingê wî yê dinê kelepçê ye,
Yekî bîna di defê ye, bûye qîrîna di zirnê ye,
Celadê ser celada diçe têye,
Serê Ûsoy bira çûye cendekê vala maye wê derê ye.
Zeynebê digo Hemê minî di hezarî, digo Ûsoy min î di çil salî, dudu hivde salî,
Her sêkê dinê kula dilê mi ra delalî,
Kevir kuçikê Çobaniya nema, serê Zeyneba hûr da dibarî,
Hey lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?