Xêro Abbas - Rojava
wêneyê hunermendî:ê 127 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xêro Abbas - Rojava

Ji zindana te natirsim
Li zîncîrê te napirsim
Got tê bidî xewa şevan
Got tê bigrî dev û çavan
Welatê xwe ji te re bernadim

Bi evîn û bi hêvî me
Ne mêvan û ne rêwî me
Ne parsek û ne zigurd im
Xwediyê dîrokek dewlemend im
Welatê xwe ji te re bernadim

Di qadê de wekî şêr im
Xwînê didim ez pir merd im
Wekî çiyayê pir bilind im
Tu xweş zanî ku ez kurd im
Welatê xwe ji te re bernadim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?