Xêro Abbas - Şehîdê Tetwanê
wêneyê hunermendî:ê 142 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xêro Abbas - Şehîdê Tetwanê

Lo lo bira lo lo çira lo lo bira
Çima dengê te nayê ji van deran?
Ezîzê li ber dilê me bû
Çima mala bavê min bira?
Axx Axxx bira
Erê erê bila nemînim
Zivistana vê Tetwanê çendî sar e
Vê şevê şev tarî ye
Zaliman Şevketê bira çira mala bavê min
Ji ber derî malê revandiye ez nizanim
Birayê min girtî ye an kuştî ye an brîndar e?
Şîn û girî girtiye bi serê konê mala bavê min bira
Ezê bi kezeba şewitî li Enqereya wêran li nas û dostan digerim
Bi gilî bi gazind û hawar im bi hawar im
Lo lo bira min digo şev dirêj in sibeh nayên
Min ne sebr e ne tebat e
De gelî Tetwaniyan
Şevketê Bira Mêrê Rojên Tarî îro ne xuya ye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?