Xêro Abbas - Şev Çû
wêneyê hunermendî:ê 236 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xêro Abbas - Şev Çû

Şev çû ma tu êdî hew tê lo
Ez ranazêm bê te kengî xew tê lo
Xanî bûye zîndan, tê da ranazêm
Ta spêde qîr û nalîn? tew tê lo

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû
Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû
Rabe pey kev ay dil zû wê werîne
Te ez vir hiştim ay dil îşev çima çû?

Ay dil ma kes nîne mîna wî
Ji boyî çi tim dixwazî dîtina wî
Ax dema destê wî li bin serê min
Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî
Ay dil dilê min
Ay dil emrê min

Te ji min dil bir carek mi j?te re nedigo na
Te rû kul kir carek mi j?te re nedigo na
Çima îro te ji min xeyidî ye
Te bi min çi dikir carek mi j?te re nedigo na

Dilê min jî te dixwazê bibîne
Ti pir dûr ketî çavêm? te nabîne
Çima roja eşqa hevqa kin bûne
Lê ev şîna dil jî hertim namîne
Ay dil dilê min
Ay dil emrê min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î