Xêro Abbas - Sewda
wêneyê hunermendî:ê 309 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xêro Abbas - Sewda

Sewda sewda, sewda ez mir im
Por spî bû, te ez kal kir im
Derdê eşqê welle ez bir im
Rê nema ez ku va her im
Sebir nema bisebir im
Derdê eşqê welle ez bir im
Rê nema ez ku ve her im

Hêstir barîn hêstir barîn
Can im çêbû hezar birîn
Derdê eşqê bê derman e
Derman jê re qet min ne dît
Gelek bi çûn wek Mem û Zîn

Xwedew (Xwedê yo) qurbana navê te
Ma ejî (Ez jî) qey ne ji xulqê te
Li vê dinê (dunyayê) min xêr ne dît
Ma çi heye li axira te
Ma çi heye cenete te
Li vê dinê min xêr ne dît
Ma çi heye axira te
Ne gereke çil horiyê te

Veger li min veger li min
Sewda te serê min te bir aqil
Ax û ahîn dikim feyde tûnê
Perçê bûye kezeb û dil
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?