Xêro Abbas - Welato
wêneyê hunermendî:ê 143 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xêro Abbas - Welato

Lo welato, lo welato
Lo welato, te yê ez dîn kirim e
Wekî kerengekê di dawiya buharê
Tava havînê bi ser de hato, hey welato
Goştê min helandin, xwînam in zuha kirin
Hestiyê min li ber bayê payizê berdan
Cihê min kirine mîna zinara
Lo welato

Te yê ez kirime wekî cixarakê devê qelûnkêşa de lo welato
Agir berdanê sal diwazde meh dişewitim
Lê dawiya min nehato lo welato
Lo welato

Na na, welato
Ez kirime wekî nexweşekî li nav livîna werikirim
Sibê heya êvarî, ji êvarî heya sibeha
Izrayîlê melekê mirinê, Mêvanê min e
Ji min dixwaze canê ciwan
Emrê şêrîn
Lê ez berxwedidim welato.

Dikim sikran dibêjim belkî bibînim te welato.
Belkî bibînim te welato, berî mirina xwe.
Lo welato lo welato.

Lo welato,
te yê ez kirime wekî kerengekê di dawiya buharê
Tava havînê bi ser de hato, hey welato
Goştê min helandin, xwînam in zuha kirin
Hestiyê min li ber bayê payizê berdan
Cihê min kirine mîna zinara
Lo welato
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?