Xeyrî - Nazê
wêneyê hunermendî:ê 123 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xeyrî - Nazê

lê nazê tu naz î (lê)
Delalê meke gazî
Tu jî wek min dixwazî (lê)
Serxwebûn û azadî
Nazê nazê

Nazê rabe bi mira (lê)
Rêka me bûye çira
Guh nede zêr û dila (lê)
Ev dem dem a karkira
Nazê nazê.

Nazê rabe bi hevalî (lê)
Welat yek e ne çar î
Destê xwe bi destêmin de (lê)
Emê rakin zordarî
Nazê nazê

Nazê edî li me şerme (lê)
Kela xwîna me germe
Heta kengî bimîne lê
Paşa û beg li ser me
Nazê nazê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?