Yûnis Das - Zerya
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yûnis Das - Zerya

Li rasta te hatim
Bi ser xwe ve hatim
Wek rojê hilatim
Êdî ne sibat im

Heçkû bûme zarok
Di dest de pembîşok
Berîk bi xemîrok
Di dev de şekirok

Kela dilê min rabû wa Zerya
Ka welê tu nemîne tenya
Pêla hişê min rabû wa Zerya
Ka bêje bo çi ye ev dinya

Heçkû bûyî zarok
Rûyê sor û şermok
Dev û lêvê kenok
Delal î şêrînok

Kela dilê min rabû wa Zerya
Ka welê tu nemîne tenya
Pêla hişê min rabû wa Zerya
Ka bêje bo çi ye ev dinya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?