Yunus Dişkaya - Birîn
wêneyê hunermendî:ê 175 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Birîn

Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne
Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî

Ne gul û ne kulîlk man
Ne parîz û gulîstan
Ne dengê xweş ne meqam
Pêve j’ah û intîqam

Çavên bûkan b’hêstir in
Kund digirîn distirên
Ne pez mane ne şivan
Ne blûr û blûrvan

Gelî, Çiya guwah in
Ne xulam in ne şah in
Deşt û newal bi xwîn in
Dîroka me dixwînin

Rêl û dehlik bûne zer
Zevî bûk in kezîzer
Xwelî bûne xerabe
Yezdanê me de rabe

Bi camêrî nikarin
Bi bêbextî dikarin
Em jî ker in û kor in
Ji pira wan diborin

Ne qesr ma ne serban
Ne mîrek ma ne siltan
Ne saxî ma ne mirin
Hîmê me jî dibirin

Ken vemirî girîn ma
Derman çû û birîn ma
Keçik çû û kezî ma
Û aheke rizî ma

Gulistan bû kevristan
Ber çavên Kurdistan
Arîkarê me nîne
Hêvî! Çirakê bîne!

Çavê Binefş heşîn e
Sosin jî ket, bişîn e
Ne giya ma ne rêhan
Li parêzê Kurdistan

Ne ma lê lê ne lo lo
Qirik, kund, gur û eylo
Dikenin xudan saz in
Kezeba me dixwazin

Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne
Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî

Hawar çû û hêstir ma
Nijdî mir û hêştir ma
Mamik kûr û dirêj e
( Şêr b’lepê xwe) dibêje…

Helbest: Kamiran Alî Bedirxan
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?