Yunus Dişkaya - Birînekê Bide Min
wêneyê hunermendî:ê 193 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Birînekê Bide Min

Birînekê bide min
Bila ne ji Enqereyê be
Ji kêrê
ji gulleyê
Bila derba kuştinê be

Birînekê bide min
Bila ne ji Tehranê be
Ji dojehê
ji xezebê
Bila derba şewatê be

Birînekê bide min
Bila ne ji Bexdayê be
Ji hovîtiyê
ji bêbextiyê
Bila derba tunekirinê be

Birînekê bide min
Bila ne ji Şamê be
Ji qezeyê
ji belayê
Bila derba dînbûnê be

Helbest: Ferîd Xan
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?