Yunus Dişkaya - Ciwaniyê Çi Kare
wêneyê hunermendî:ê 308 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Ciwaniyê Çi Kare

Delalê nû gihaye
Li ser min pir biha ye
evîn her dem weha ye
Ciwaniyê çi kar e?

Divê dil tim bi kil bî
Çavê reş tim bi kul bî
Rûdem ji rengê gul bî
Em dûr kevin ji wara

Şêrîn û gewr û nazin
Ji dil em hev dixwazin
Li nav daran dibazin
Sî daye ser zinara

Dengê avê bilûrê
Ba, li pelan dibûre
Em guh didin tilûre
Bilbil qîr û hewara

Êvare çaxê xewê
Kew gihaye mêkewê
Ketme ber sînga ewê
Cihan xweş e bihar e

Ez gihame ji rêva
Dest bezine du sêva
Lêv gihane ser lêva
Wijdan gelek şiyar e

Tîna dilê me germ e
Rû mezete li ber me
Şev perdeye li ser me
Bextê me nobedar e

Bi devken û bi yarî
Şekir ji dev di barî
Pir dane min diyarî
Tiştek nehişt ji para

Bextê me pir sipî bû
Dost bi min re kedî bû
Bê şerm û bê fedî bû
Pir pak û payedara

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove
logo
Murat Çevik 17-02-2023 08:29:32
Ji bo parvekirinê gelek spas dikim. Ez spasdarê Yunus Dîşkaya me ku bîranîna Cegerxwîn zindî dihêle.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?