Yunus Dişkaya - Derê Bînahiya Çavan
wêneyê hunermendî:ê 155 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Derê Bînahiya Çavan

Heyr -hijmekarî teme,
Şahîn - şikarî teme,
Na, ez nokarî teme,
Derê bînaya çeva.

Reben, hêsîrê teme,
Wan ber-pêsîrê teme,
Şemam hêjîrê teme,
Derê bînaya çeva.

Biskêd xeleqî kanên?
Çevêd belekî kanên?
Horî melekî kanên?
Derê bînaya çeva.

Zendêd mircanî hêlke,
Pêsîra canî kêlke,
Çevêd fîncanî mêlke,
Derê bînaya çeva.

Ne ez ber derê teme,
Ez sewdeserê teme,
Heyrana serê teme,
Derê bînaya çeva.

Ne der-cînarê bêjin,
Ne çev û zarê bêjin,
Ax ne neyarê bêjin...
Derê bînaya çeva.

Tu şems û teva minî,
Tu roj û şeva minî,
Tu bîn û hewa minî,
Derê bînaya çeva.

Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?