Yunus Dişkaya - Derew
wêneyê hunermendî:ê 167 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Derew

Dar û çiya
Ne ma giy

Şêr û piling
Bê zend û ling

Gur, mar û hirç
Zaro bê pirç

Ax... ji bo çi
Kî ma birçî

Bêsebr, bêbext
Bê al, bê text

Ne dest ne çav
Reş e serçav

Kanî û av
Roj heyv û tav

Ax... ji bo çi
Kî ma birçî

Çire xwîn germ
Çima dil nerm

Ewr û ezman
Stran û ziman

Vemirî, mir
Xurt e darbir

Ax... ji bo çi
Kî ma birçî

Gelî, deşt, gir
Xwelî, agir

Gulan, Adar
Bê av û dar

Welat, hawar
Bûye êvar

Ax... ji bo çi
Kî ma birçî

Nan, dawet, dew
Şor, sund, derew

Ax... ji bo çi
Kî ma birçî

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Kamîran Elî Bedirxan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?