Yunus Dişkaya - Di Kavilê Gund de
wêneyê hunermendî:ê 173 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Di Kavilê Gund de

Di kavilê gund de, em tenê
Gundê me şîrîn
Gundê me rengîn
Bi co û çirav in lat û zinar
Lê em
Di Kavilê gund de ji hevdû belawela

Kew dixwendin li serê zinaran
Eylo qurê û kuşpene bûn
Quling datanîn li golan
Nola serawakî evînî
Pêtî pêtî dilsoj
Xurî xurî bengî bûn

Êdî ne kew û ne eylo û ne quling
Ne şirikandinên çiravan
Sîsyarekên gurrî ne yên tê de digerin
Bê fikare û bê paxav
Li hewa.

Lewra
Em di kavilê gund de
Wek benê rizî
Ji hevdû belawela

Helbest: Rojen Barnas
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?