Yunus Dişkaya - Dilê Min 2
wêneyê hunermendî:ê 141 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Dilê Min 2

Dilê min deryayek bê ser û bê bin
Bêriyê hildike, xemê dijene
Şev lê geriyaye mîna Pisê Qes
Gêdûk û zeber in, lê balimçe ne.

Dilopek ji kanya xweziyê divê
Lêvên min î ziwa û çikçikandî
Ey ewrê barana xweziyê were
Hênik ke vî dilê dojeh lê çandî.

Helbest: Rojen Barnas
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?