Yunus Dişkaya - Hat û Çû
wêneyê hunermendî:ê 156 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Hat û Çû

Ez ji xwe agah nebûm
Ew dil bi destê hat û çû

Wey li bextê mey reş bî
Can bi destê hat û çû

Ez çilo hişyar nebûm
Çawa nedî min ew perî

Her wekû ava tenik bê
Kurt û pistê hat û çû

Wê şevê pê de li dil
Kom bûne derd û jan û xem

Surperî dermanê
Min di mestê derdêhat û çû

Ger bidîta bej û bala
Wê şepalaşeng û şox

Sal bi min pîroz dibû
Lê heyv ji ristê hat û çû

Wê civan da bû ku îşev
Bête nik min lê dereng

Ew ji bircê hate xwarê
Şox û mestê hat û çû

Wê ji min can xwestibû
Soz dabûm ku bidmê îşev

Lê sipîdê dil bi destê
Can dixwestê hat û çû

Her wekî bayê sipîdê
Kurt û pistê hat û çû

Hatibû maçek bi min de
Cejn û sersala me bû

Lê çikim, ew maç ji lêv
Û dêm, diristê hat û çû

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?