Yunus Dişkaya - Îşev Li Ber Derê Te Me
wêneyê hunermendî:ê 140 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Îşev Li Ber Derê Te Me

îşev ber derê teme,
Lewandê, dêrî veke,
Ax tengezerê teme,
Dîlbendê, dêrî veke,

Cinûbet, turikim te,
Xwedêkî înkar meke,
Qertelim qirikê te,
Neheq û sûckar meke.

Adare, qarxûn rabye,
Heyranê, nayê zevtê,
Laşê min ber xwe danye,
Gîhandye mala mevtê.

Qetandye min saw û sû,
Sî kiras û sî perde,
Jarê dil zor tê neçû,
Sik bûme ha li ber te.

Minçarke,bextêteme,
Rebenim, te qûlim ez,
Yan minxe kêr û qeme,
Minbikuj,qebûlimez,

Tek jêkî kezîke xwe
Daynî ser sîng - mibedan
Tek bêxî kirasê xwe,
Ji minra têkî kefen.

Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?