Yunus Dişkaya - Lawikê Min Çû
wêneyê hunermendî:ê 155 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Lawikê Min Çû

Lawikê min çû, bû xwendekar,
Ber bi gundê me nayê,
Yara xwe hişt, çara xwe hişt,
Ji Bîr kir sozê dinyayê.

Şeherlûkê tîtik-mîtik
Qey muhbeta wî kirî,
Dilê lawikê min bû kevir,
Çerxa min çep zivirî.

Ez çi bikim bêjna bilind,
Xirxê xwe yî rengî-rengî,
Gava lawikê min î ezîz
Ser şeherlûyê bû bengî...

Hergê bêjim: ''Were, lawik,
Ez xezala serê çiya.''
Ax wê bêje: '' Şeherlûya min,
Kew-gozela nav baxça.''

Hergê bêjim: ''Were, lawik,
Ez sosin im, gula reng.''
Ax wê bêje:'' Barişna mim,
Hewirmişa al-fireng''...

Wekî bêjim: ''Ez ê te re
Çêkim berr û xalîçe'',
Wê bê: ''Dosta min dizane,
Nexş-nîgarê şah, padişa''.

Min rebenê, hergê bêjim:
''Ez xanimeke cindî'',
Heqî-heqîya wê bê:
''Dostê profesor û xwendî...''

Na gidîno, qesem-qirar,
Xwendikarî bûye dem,
Ez ê hildim qey xatira
Defter, kaxez û qelem...

Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Mûzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?