Yunus Dişkaya - Li Çi Digerî
wêneyê hunermendî:ê 318 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Li Çi Digerî

Li xirbeyê dilê min
Gundek nayê avakirin
Tu li bajaran digerî

Li mîratwarê canê min
Kincek nayê dirûtin
Tu li şevîniyê digerî

Li reşelmasê çavê min
Şevek nayê raketin
Tu li qesran digerî

Li şînrojiya lêva min
Maçek nayê vegirtin
Tu li ziyafetê digerî

Li lerzokê destê min
Hestek nayê vedîtin
Tu li geştecanê digerî

Li revheziya mala min
Jînek nayê jimartin
Tu li mirinê digerî

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Ziza Rumas
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?