wêneyê hunermendî:ê 127 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Na

Ez bi zarê zara sava,
Qîz û xortan, bûk û zava,
Kal û pîran, dê û bavan
Ji şêr re dibê'm, na!

Çî kêran e qetil û ceng,
Top û tiving, şûr û xedeng,
Bi dengekî na, bi hezar deng
Ji şêr re dibê'm, na!

Bila qûjîn ji zirneyê bê tek,
Gurîn ji defa qurnê bê tek,
Ne ji top û silêh û çek,
Ji şêr re dibê'm, na!

Dewsa ku destan di xwînê de kin,
Destê xwe di nava hinneyê de kin,
Di nexşê vê dinyayê de kin,
Ji şêr re dibê'm, na!

Esman li hêviya te ye, bendê,
Tê dikî ew qerar û qend ê,
Ez ji kira te digirim zende,
Ji şêr re dibê'm, na!

Bi xeyal û sêwirên teze,
Dîhar bike pêwrên teze,
Ezî li hêviya ewrên teze -
Ji şêr re dibê'm, na!

Wisa bike, bilbilê min,
Tim bi eşq daynê ser gulên min
Û bistrê ji dilê min -
Ji şêr re dibê'm, na!

Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?