Yunus Dişkaya - Pampa Min
wêneyê hunermendî:ê 138 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Pampa Min

Pampa mine baş, Pampa min kubar
Wê pal vedaye wan quntarê sar,
Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend,
Dorê çiyayêd me girtine govend. . .

Çiyayêd me bilind, çiyayêd me kubar
Jê dixulxulin cew û kaniyê sar,
Şimalê mij tê mîna karvanaSer çiyayê mera diçe arana.

Êvarê bi hewas mij guje-guje,Û nav mijêda Pamp dihênije. . .
Pampa mine sar-gulistan Şîraz,
Min jê baqkirin gulêd xwe ye xas...

Ax, çiqa dixast min hezar guman,
Ku wextê mirin min bibe mêvan,
Cimeta min meytêm şahîrî
Çelbike serê çiyayê Dibûrî. . .

Ku mija Pampê mîna karivana
Bê û ser minra here arana-
Bîna gulê min,huba dilê min,
Huba dilê min, derd û kulê min
Bibe arana,
Bibe arana,Bibe arana,Qurn û dewrana. . .

Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?