Yunus Dişkaya - Rast û Çep
wêneyê hunermendî:ê 163 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Rast û Çep

Cejne her kes tên serayê rast û çep
Guh didêrin çend û nayê rast û çep

Dest bi dest in, şad û mest in, xort û keç
Dil bi nazî tên semayê rast û çep

Van şepala şev li kala kirne roj
Bîsk û ala dane bayê rast û çep

Zulf û bîskê rû biriskê hilweşîn
Min ji dil awir vedaye rast û çep

Çeng û ney gazî dikin, lê meyvexwer
Tên temaşa padişahê rast û çep

Serxweş in lew zo, bi zo, hevdi birin
Çûne seyra mêrg û çayê rast û çep

Derketin seyra bineft û nêrgizan
Dest bi destê şahrezayê rast û çep

Min dixwest êrîs bibim, dêmên gulî
Lê kezî bûn ejdehayê rast û çep

Keştiya bayê şikestî, cerg û dil
Ketne derya ergewatê rast û çep

Lêv ji bejna neyşeker doza dil e,
Dil bo xortî zû gihaye rast û çep

Mezdikan e, ser bi ber bejnê ve bir
Hingivî me dest û payê rast û çep

Çûm çiyayê kurdî/cûdî/lê reben
Vajî çûne Kerbelayê rast û çep

Zimzima av û pelan, peyxan didin
Çîçek û sinbil li tayê rast û çep

Mist ji biskê yar bi ser min da weşî
Lê girê bûn ta bi tayê rast û çep

Zend û bazin bûn hemayîl ser bi ser
Ketme dora dilrewayê rast û çep

Gawirî û bawerî tev rewşekin
Tên li bejna keyxwedayê rast û çep

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?