Yunus Dişkaya - Şevek ji Şevên Tebaxê
wêneyê hunermendî:ê 170 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Şevek ji Şevên Tebaxê

Çi xweş e îşev...Şeva Tebaxê
Heyv, li nîveka esmanê şin e.
Lerzek evînî ketiye axê
Lê dil biyan e
Dil bi kovan e.

Esman bi lêvên xwe yê tihnegermî,
Dimije l' ava kanya vejînê
Digeze lêvên çiyê seraser
Ú kaja ciwan xwe d' firikîne
Dixwaze bêje: Va ez jî heme
Axîn radhêje dikşîne keser.
Lê dil biyan e
Dil bi kovan e.

Di nîveka esman de diçirise
Bê xem û xeter e, bê kovan e
Heyv neynika bûkan e, dibirise
Lê dil biyan e
Dil bi kovan e.

Çivîkek çivî ji kema diryê
Bersivê danê, qurabî ji jêr
Ú xuşînek ket nav pelên tuyê
Zequmek dexes, li wan bû guhdêr
Wê jî çêstibû, çêja bengiyê.
Lê dil biyan e
Dil bi kovan e.

Dil kûra evînê, bîra bêrî
Ú dûr e, ji takrihanek, li vê der
Ji cudayî, dil; kerî bi kerî
Lê dil biyan e
Dil bi kovan e.

Helbest: Rojen Barnas
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?