Yunus Dişkaya - Sêwî
wêneyê hunermendî:ê 131 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Sêwî

Ez sêwî me û tenê
Bê dê me ez û bê tav
Perîşan im û jar im
Şev hene bê nan û av

Zivistan e berf tê
Dinê sar e her der sar
Ne agir e, nîne nan
Ji birçîtî bû me jar

Paşila dê min ne dît
Germiya dê çawa ye
Min bavê xwe jî ne dît
Dilê min ne ava ye

Bavê min mir şerî de
Dêya min di hicretê
Dinê sar e her der sar
Zivistan e û berf tê

Welatê min jî dûr e
Erd û axa Kurdistan
Xwedê bike ez bibim
Jê re gorî û qurban

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Kamîran Elî Bedirxan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?