wêneyê hunermendî:ê 142 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Were

Gund razaye, kûçik razane
Heyv derneketiye, stêrk wenda ne
Têlên sînor serpişt pal dane
Fersend ev fersend,
were

Ev beden e li hêviya te...
Evîn her der e, her gav e li min
Îşev ne her şev e bedewa min
Şev şeva qewlê me
û bang re dikim
Bide dû şoğa evînê
were!

were
Hê kû şev tarî yw
Hê kû Nisêbîn razayî ye
Were bedewa min,
Nehêle şevek din qewlê me
Dû bajar bi me bihisin,
Dû sînor bi evîna me...,
Ma ne, hetîketî ye?...

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Arjen Arî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?