Yusuf Roman - Canê
wêneyê hunermendî:ê 117 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yusuf Roman - Canê

Xwezî li me vegeriyana lê lê
Ew rojên me yên berê canê
Min digo ji te re tişkî bêjim lê lê
Te digo du tişta bêje lo lo
Te digo du tişta bêje canê

Car din min te dîtiba lê lê
Bi çavê vê dinyayê canê
Min digo tirsim te nebînim lê lê
Te digo Xwedê mezin e lo lo
Te digo Xwedê mezin e canê

Min digo ji te re tişkî bêjim lê lê
Te digo du tişta bêje lo lo
Te digo du tişta bêje canê

Miradê me bi hev nebû lê lê
Tu ji bîra min dernayê canê
Min digo tirsim te nebînim lê lê
Te digo sax bim ya te me lo lo
Bimrim ji axê re me canê

Min digo ji te re tişkî bêjim lê lê
Te digo du tişta bêje lo lo
Te digo du tişta bêje canê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î