Zaîm Kendeş - Meyxanecî
wêneyê hunermendî:ê 92 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zaîm Kendeş - Meyxanecî

Ji mala wan, ez derketim
Min da girî, ez derketim
Ji hewşa wan, ez derketim
Min da girî, ez derketim
Wê da girî
Min da girî
Bi hêsiran em li hev vegerîn

Min got yarê bitebite
Nexeyidî, neşewite
Min got dînê bitebite
Nexeyidî neşewite
Ev qedera min û te ye
Înan bike, xwedê ye

Meyxanecî!
Wêda wêda!
Tu dev berde ji qedeha min, meyxanecî
Ez ne dînê qedehê me, ez dîn bûme ji wê rojê da
Ez ne serxweşê peyalê me, serxweş bûme ji wê rojê da

Min got yarê, wê deng nekir
Ez nizanim çima wer kir
Gulek di dest min da bû lê, min gul da wê, wê gul çekir

Meyxanecî!
Dagire dagire peyala min, meyxanecî
Ez ne serxweşê peyalê me, serxweş bûme ji wê rojê da
Ne serxweşê qedehê me, serxweş bûme ji wê rojê da.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?