Zekeriya Abdulla - Dîlana
wêneyê hunermendî:ê 172 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zekeriya Abdulla - Dîlana

Dîlana me rengîne
Tevda xurt û zêrîne
Dema min temaşa kir
Yara min nav da nîne

Xurt û werin dîlanê
Zeyro werin dîlanê
Were revşa govendê
Were destê min carê

Dîlana banî berme
Pir kêferat û germe
Dema min yar nedîtî
Agir barî li serme

Çaxê yarê dibînim
Heyrana disitrînim
Li govend û dîlana
Aşiq har û dînim

Honrawe: edib çelkî & kardo biradostî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?